Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurtulmuş: Rewşa Awarte li Tirkiyê Dê Berdewam Bibe


Numan Kurtulmuş Cîgirê Serok Hikûmetê Tirkiyê
Numan Kurtulmuş Cîgirê Serok Hikûmetê Tirkiyê

Cîgirê serok hikûmetê Tirkiyê Numan Kurtulmuş roja Duşemê di press Konferansekê de got, rewşa awarte ya ku piştî 15 Tîrmehê li Tirkiyê hatî ragihandin dê berdewam bibe, çendî ku pêwîstî pê hebe.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dîsan da bû xûyakirin ku rewşa awarte ewa berî sê mehan hatbû biryardan ji aliyê parlamenê ve, dê bo sê mehên din bihêt dirêjkirin û heta dibe bo dema salekê zêdetir jî, bihêt berdewamkirin.

Li gûr ajansa Reuters serokamrê Tirkiyê R.T.Erdogan, derbeya leşkerî ya neserktî, li 15 Tîrmeha borî jibo xwe û hikûmeta xwe bikar tîne û rêzbendên yasayî yên parlamenê derbas dikin, daxwazê ji parlamenê dike da kû yasayên nû biafirînin, da ku li gûr yasayên nû maf û azadiyan bisinor bikin, heta niha 125 hezar karmend bi behaneya destê wan li gel derbeyê hebû ji karên wan hatine derkirin.

XS
SM
MD
LG