Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin Amade ye ligel Erdogan Rûne


Serokatiya Tirkiyê da zanîn ku roja çarşemê jibo cara yekê piştî balefira Rusî ya ku, sala par ji aliyê tirkiyê de hatiye xistin, bi riya telefonê têkilî di navebra berpirsên Tirkiyê û Rusiya re hat danîn.

Di têkiya telefonî ya di navbera serokê Rusîya Vladimir Putin û Serokomarê Tirkiyê R.T.Erdogan de biryar hat girtin ku têkiliyên di navbera herdû welatan de bihên normalîze kirin û vegerin ser rewşa berê ya berî xistina xwar ya Balefira Rusî.

Herweha Kiremlin têkliya telefonî ya di navbera herdû serokan de piştrast dike û dide zanîn ku, derheqa bûryerê de, dê daxuyabniyek bihê weşandin, herweha Putin êrîşa li şeva sêşemê ya li dij Frîngeha Ataturk li stenbolê pêkhatî şermezar kir.

Wek tê zanîn têkiliyên dinavbera Tirkiyê û Rûsiya derheqa şerên li Sûriyê aloz bibûn, lê pişt' xistina xwar ya firoka Rûsî li payiza sala par ji aliyê tirkiyê de, Rusiya têkiliyên xwe bi Tirkiyê re qut kir bûn û ambargoya abûrî danî ser tirkiyê.

XS
SM
MD
LG