Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Navxwe Yê Tirkiyê Dest ji Kar Kişand


Serok Wezîrê Tirkiyê Binalî Yilidirm ragihand ku wezîrê navxwe yê Tirkiyê roja çarşemê istîfa kiriye û li şûna wî wezîrê karî hatiye wezîfedarkirin.

Binalî got Efkan Ala wezîrê navxwe yê hikûmeta wî dest ji karê xwe kêşaye, lê sedema dest ji kar kişnadina Efkan Ala neda diyarkirin.

Li Tirkiyê gelek kes ji cihên wan tên hilandin, herweha gelek kes tên binçavkirin û girtin piştî hewildana derbeya leşkerî ya neserkeftî li li meha borî li Tirkiyê, heta niha zêdetirî 35,000 kes hatine girtin, di nava girtiyan de, leşker, polîs, dadger û rojnamevan hene.

Binalî Yildirim serok hikumetê Tirkiyê got wan Suleyman Soylu wezîrê karî û ewlekariya civakî şûna Efkan Ala wezîfedar kiriye.

XS
SM
MD
LG