Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sûriyê Ragihand ku Tirkîyê Erîşê Hêzên Wê Kiriye, Kuştî Û Birîndar Hene


Wesayîta leşkerî ya Tirkîyê li Babê
Wesayîta leşkerî ya Tirkîyê li Babê

SANA, ku ajansa dewletê ya Sûrîyê ye, do Pêncşemê ji zarê jêderekî leşkerî ragihand ku Artêşa Tirkîyê êrîşî hêzên hikûmeta Sûrîyê kiriye ku kuştî û birîndar hene.

Ajansê da zanîn ku Tirkîyê, li ser sînorê Sûrîyê, nêzî Minbicê êrîşî herêmên berevanîyê kiriye.

Tirkîye jibo ku DAIŞ’e ji sînorê xwe dûr bixe û rê li hêzên Kurd bigire ku ew li ser hidûdê wê herêmeke xweser çênekin, di meha Tebaxê de ketibû bakurê Surîyê.

Enqere, jiber pêşketina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku ew wek baskeke Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) dibîne bi fikar e.

Herêma Minbicê ji par ve di dest Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ku ew di hindurê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ya YPG pêşengîya wê dike de ye.

Amerîka, ku di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de piştgirîya HSD’ê dike û hevalbenda Tirkîyê ye jî, da zanîn ku jibo her du alî şer nekin wê hin tedbîr sitandine.

XS
SM
MD
LG