Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Krîza di Navbera Tirkîyê û Welatên Ewrupî de Mezintir Dibe


Tirkîyê do Pêncşemê gef li welatên Ewrupî xwar ku dibe ku ew peymana ku jibo koçberên ku bi rêyên qaçax diçin welatên Yekîtîya Ewrupa (YE) bi yekitîyê re îmza kiriye betal bike.

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan got ku li Ewrupa ‘’ruhê faşîzmê’’ geş bûye ku êdî mafê welatên YE tine ku dersên demokrasî, dad û hiqûqê bide ti welatan.

Piştî Almanya û Hollanda, ku du welatên pêş yên YE ne, destûr nedan ku wezîrên Tirkiyê li welatên wan mîtîngên referandumê li dar xînin, krîza di navbera Tirkîyê û YE mestir dibe.

Erdogan jibo her du dewletan careke din got ku ew wek Nazîyan in.

Ser şibandina Nazîyan, karbidestên YE, bi daxuyanîyan dîyar kiribûn ku gotinên Erdogan ji rastîyê dûr in.

XS
SM
MD
LG