Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye bi Hollanda re Peywendîyên Dîplomatîk yên Bilind Radiwestîne


Tirk li pêş Balyozxaneya Hollandî li Stenbolê
Tirk li pêş Balyozxaneya Hollandî li Stenbolê

Reuters'ê do Duşemê ji zarê karbidestên Tirk ragihand ku Tirkîyê peywendîyên dîplomatîk yên bilind, bi Hollanda re rawestand ku rêvebirên Hollandî nehiştibûn wezîrên Tirk li welatê wan mîtîngên jibo referandumê li dar xînin.

Cîgirê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmeta Tirkîyê Numan Kurtulmuş di preskonferansekê dîyar kir ku heta Hollanda tiştên kirine telafî dike ewê nehêlin siyasetvanên Hollandî di Tirkîyê kevin.

''Wan li me çi kiriye em jî wî tiştî dikin. Em ê nehêlin ku firokeyên ku dîplomatên Hollandî têde ne li erdê me danin. Berpirsîya rakirina vê krîzê ser kesên ku ew çêkiriye ye'' Kurtulmuş got.

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan jiber nehêlana axaftina wezîrên wî jibo hikûmeta Hollanda gotibû ku ew ''bermayê Nazî'' ye.

Kurtulmuş da zanîn ku ewê destûrê nedin balyozê Hollandî yê Enqerê, ku niha li Laheyê ye, vegere Tirkîyê.

Piştî Tirkîyê nûnertiyên Hollanda jiber sedemên ewlekarîyê girtin, balyozê Hollandî biryar dabû ku venegere Tirkîyê.



XS
SM
MD
LG