Lînkên eksesibilîtî

Serokwezîrê Tirkîyê Ragihand ku ''Mertala Feratê'' bi Dawî Bûye


Serokwezîrê Tirkîyê Bînalî Yildirim ragihand ku "Mertala Feratê", operasyona Tirkîyê ya li Sûrîyê, ku di Tebaxa sala borî destpê kiribû, bi dawî bû.

Yildirim dîyar kir ku dibe ku hin operasyonên din yên dervayê sînor destpê bikin.

Tirkîye jibo piştgirîya serhildayên Artêşa Azad ya Sûrîyê bike, çekdarên DAIŞ’ê ji sînorên xwe dûr bixe û pêşketina şervanên Kurd jî rawistîne bi leşker, tank û firokên cengê ketibû erdên Sûrîyê.

‘’Operasyona Mertala Feratê bi awayekî serfkeftî bi dawî bû. Operasyonek ku li dû vê destpê bike, wê bi navekî din be,’’ Yildirim di hevpevyîna bi NTV re got.

Bi operasyona Mertala Feratê, yek ji armancên sereke yên Tirkîyê, rawestandina Yekîneyên Parstina Gel (YPG) bû ku wê dixwest derbasî rojavayê Firatê be û li bakurê Sûrîyê sê kantonan bigêhîjîne hevdû.

XS
SM
MD
LG