Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîyê Nûçegihanê Rojnameya Almanî bi Tawana Propagandaya Rêxistina Terorî Girt


Nûçeyeke ser Deniz Yucel, di rojnameya wî de
Nûçeyeke ser Deniz Yucel, di rojnameya wî de

Nûçegihanê rojnameya Alman Die Welt, Deniz Yucel, ku ji 14’ê Sibatê vir ve desteserkirî bû, do Duşemê hat girtin.

Bi girtina Yucel, li gor daneyên Sendîkaya Rojnamevanên Tirkîyê, li wî welatî hejmara rojnamevanên girtî gehişt 148’an.

Yucel ku bi propagandaya rêxistina terorî tê tawanbar kirin li dadgehê dîyar kir ku ew tenê endamê Sendîkaya Rojnamevanên Almanya ye.

‘’Gava ez karê xwe dikim, li gor fermana ti dewletê yan serokî naxebitim. Ez karê xwe bi pîvanên rojnamevanîyê, bi zanebûn û wîjdana xwe dikim’’ Yucel got.

Dadgeha Stenbolê, di biryara girtinê de da zanîn ku Yucel di hevpeyvîneke bi rêvebirê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) Cemîl Bayık ew rêxistin meşrû nîşan daye û di nûçeyên xwe yên piştî hewildana darbeyê jî propagandaya Rêxistina Terorî ya Fetullahçi (FETO) kiriye.

Seroka Almanya Angela Merkel bi daxuyanîyeke nivîskî got ku biryara girtina Yucel, hişk û bêteşe ye. Wezîrê Karên Derve yên Almanya Sigmar Gabriel jî piştî girtinê destnîşan kir ku têkilîyên Tirk û Alman ketîye dewreke zor.

XS
SM
MD
LG