Lînkên eksesibilîtî

Tirkîye 2 Hemwelatîyên Çek bi Sedema Girêdana ligel YPG Desteser Dike


Ajansa AFP radigihîne ku Tirkîyê 2 hemwelatîyên Çekî binçav kirine, bu gumana ku wan bo Yekîneyên Parastina Gel (YPG) şer kirine.

Hêzên ewlekarî yên Tirk jinek û mêrek -- Miroslav Farkas û Marketa Vselichova – li bajarê Şirnex ya hevsînora Îraq û Sûrîyê desteser kirin.

Li gor ajansê her du kesên desteserkirî, di nav YPGê de navê Serxwebun Botan û Zîlan Botan bi kar tanîn.

Li gor medya Tirkî her du kes hatine desteser kirin, bi sedema ku wan bi qaçaxî sînor derbaz kiriye û aniha di binçavan de ne.

Medya Çekî ji ragihand ku wezareta derve binçavkirina her du hemwelatîyên xwe piştrast kiriye.

YPG hevalbendeke girîng ya koalîsyona navnetewî ya bi pêşengîya Amerîka ye û hêza herî karîger ya dijî DAIŞ û grubên din yên tundrê tê dîtin, lê Enqerê wê wek rêxistineke terorîst dibîne.

XS
SM
MD
LG