Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîyê Dibêje Hêzên Wê 9 Bergumanên DAIŞ'ê Desteser Kirine


Jineke Sûrî li bajarê Îzmîrê
Jineke Sûrî li bajarê Îzmîrê

Ajansa Anadolu ya dewleta Tirkîyê ragihand ku hêzên ewlekarîyê li Îzmîrê 9 kes desteser kirin ku peywendîya wan bi DAIŞ'ê re heye û di warê lojîstîk, qezenckirina endamên nû û warê diravî de alîkarîya wê rêxistina tundrê dikirin.

Serokwezîrê Tirkîyê Bînalî Yildirim do Çarşemê gotibû ku vekolîna wan berdewam dike, lê hemî delîlên heyî DAIŞ'ê destnîşan dike.

Yildirim gotibû ku dibe ew êrîş wek bersîvdana hewlên Tirkîyê yên baştirkirina peywendîyên xwe ligel Rûsya û Îsraîlê bû.

Serokê Ajansa Îstixbaratî ya Navendî (CIA) John Brennan jî got ku êrîş hemî nîşaneyên DAIŞ'ê dihewîne. Wî hişyarî da ku êrîşên wiha dikarin dubare bin jiber ku ne dijwar e ku terorîst elegên xwekujî peyda bikin.

XS
SM
MD
LG