Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye û Rûsya Agirbesta li Helebê Gotûbêj Dikin


Ibrahim Kalin
Ibrahim Kalin

Îbrahîm Kalin, berdevkê Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Pêncşemê got ku rewşa bajarê Helebê cîhê herî girîng ya danûstandinên bilind yên navbera Tirkîyê û Rûsya girt.

Kalin dîyar kir ku hewleke xurt ya dîplomatîk hebû ku agirbestekê li Helebê pêkan bike û alîkarîya mirovahî bihegîne wî bajarî.

“Bûyerên ku niha li Helebê diqewimin, jibo me gîşkan cîhê xemê ye. Serokomar Erdogan hewleke mezin dide vê mijarê û sê caran ligel hevtayê xwe Vladimir Putin peyîvî,” Kalin bi berdewamî got.

Hikûmeta Sûrî bi alîkarîya hevalbendên xwe sê ji çar hemî deverên bin kontrola serhildayan li Helebê xist bin kontrola xwe, lê rojhilata bajêr wel wêran e ye û gelek sîvîl tê de asê mane.

Rûsya hevalbenda girîng ya rejîma Esad e û ji saleke pirtir e ku bi piştgirîya wî êrîşên esmanî li Sûrîyê pêk tîne, lê Tirkîye jî piştevana serekî ya alîyê dijber e.

XS
SM
MD
LG