Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Krîza Navbera Tirkîyê û Avustirya Kûrtir Dibe, Enqere Balyozê Xwe yê Vîyana Paşve Dikşîne


Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu dibêje ku welatê wî jiber krîza dîplomatîk ya berdewam balyozê xwe yê li Avusturya paşve kişand.

Çavuşoglu îro Duşemê da zanîn ku wan balyozê xwe yê Avusturya bangî Tirkîyê kir ku danûstandinan bi wî re bikin.

Peywendîyên navbera Tirkîyê û Avusturya ji çend hefteyan vir ve aloz e, piştî ku karbidestekî bilind yê Avusturî gotibû ku Tirkîye ber bi dîktatorî ve diçe.

Dîsa, hin karbidestên din jî bang li Yekîtîya Ewrupa kiribû ku danûstandinên emdamtîya ligel Tirkîyê bi dawî bîne.

Tirkîye jî wek bersîvdana gotinên karbidestên Avusturî, ew welat wek “paytaxta nîjadperestîya radîkal” bi nav kiribû.

XS
SM
MD
LG