Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Bo Aştîya li Rojhilata Navîn Derfeteke Bêhempa Heye


Serokê Amerîka Donald Trump îro Duşemê li Îsraîlê got ku “derfeteke bêhempa ya anîna aştî û îstiqrar” li Rojhilata Navîn heye.

Serok Trump di merasîma xêrhatinê de, li Firîngeha Ben-Gurion ya Tel Aviv got ku têkbirina terorî jî peyda bûye û ew jî bi hevkarî pêkan e.

Trump bi firokeke rasterast ya dîrokî ji Erebistana Saudî giheşte Îsraîlê, piştî ku wî li Rîyad axaftineke li ser hewlên hevbeş yên dijî terorîzmê peyîvîbû.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî di axaftina xwe ya xêrhatinê de cîh da gotinên Trump û got ku Îsraîl jî heman pêgirî ji aşîtî re heye û Fîlîstînî jî nav de, destê xwe ji hemî cîranên xwe re dirêj kiriye.

Trump destnîşan kiribû ku ew dixwaze daûstandinên aştî yên navbera Îsraîlî û Fîlîstînîyan, ku di sala 2014’an de pûç bûbû, jinûve destpê bike.

XS
SM
MD
LG