Lînkên eksesibilîtî

Melîk Abdullah Weke Şanderê Komkara Arabî Serdana Washington Dike


Serokê Amerîka Donald Trump (R) û xanima yekê Melania Trump (2ndR) li gel melîkê Urdonê melîk Abdullah û melîke Rania.

Roja Çarşemê serokê Amerîka Donald Trump û xanima yekê Melania Trump li Qesra Spî pêşwazî li melîkê Urdonê، melîk Abdullah û xanima wî melîke Rania kir.

Pêşiyê serok Trump derbarê êrîşên roja Sêşemê li Sûriyê pêkhatîn axiftinek kir, tê gotin ku bi gazên Kîmayî êrîş li Sûriyê pêkhatine, di encama van êrîşan de, zêdetir ji 70 kesan hatine kuştin.

Serok Trump ew êrîş weke "sivikirina mirovatiyê" binav kirin, di axiftineke xwe de roja Çarşemê ragihand ku "nabe cîhana serdem li hemberî karên weha bêdeng bimîne", derbarê pirsekê kanê hûnê çi pêngav biavêjin, Trump got 'Hûnê bibînin" bê ku tiştek din bêje.

Aajnsa Reuters dide zanîn ku melîkê Urdonê melîk Abdullah nama aştiyê ya komkara Arabî gihandiye Qesra Spî û hatiye zanîn ku welatên Arab û Musilman dixwazin dewleta Îsrailê nas bikin li hember dewleta Felistînê li kerta Xazza, li kinara Rojava û Qudisa rojhilat bihê avakirin.

Welatên Komkara Arabî heftiya borî zîrweya xwe bidawî kir bû û niha melîkê Urdonê, melîk Abdullah jibo aştiya rojhilata navîn û xûrtkirina diyaloga Îsrail û Felistîniyan dê bi serok Trump re biaxive.

Trump xwe weke dostekî nêzîk yê Îsraelê dabû naskirin û meha borî serok hikûmetê Îsraelê Benjamin Netanjahu bi serdanekê hatbû Washington û derbarê rewşa aştiya rojhilata navîn gotûbêj li gel serok Trump encam dabûn.

XS
SM
MD
LG