Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Serokê Çînê di Hewildanên Qayîlkirina Koreya Bakur de Serkeftî Nebû


Serokê Çînê Xi Jinping(Çep), Serokê Amerîka Donald Trump (Rast)
Serokê Çînê Xi Jinping(Çep), Serokê Amerîka Donald Trump (Rast)

Serokê Welatên Yekgirtî yên Amerîka Donald Trump got, Çîn di hewildanên xwe de, jibo qaiylkirina Koreya bakur da ku ji bernama xwe ya navokî vegere serkeftî nebû.

Serok Trump pişta xwe bi hewelidanên Çînê rast kir bû, û hêvîyên xwe bi serokê Çînê Xi Jinping girêdabûn, heta ku bikare berpirsên Koreya bakur qayîl bike da ku, hilberîna rokêt û çekê xwe yê navokî rawestîne.

Serokê Çînê Xi Jinping û serokê Amerîka Donald Trump, di meha Nîsana bûrî de, li zîrweya Florida, civîn pêkanî bûn, serok Trump, piştevaniya xwe jibo serokê Çînê û hewildanên wî yên derbarê Koreya bakur de dabûn xûyakirin.

Serok Trump, di mediya civakî de, di twîteka xwe de, got "weke ez agihdarim, Çîn di wan hewildanên xwe de biserketî nebû, yên ku, derbarê Koreya bakur encam dabûn, lê her ti nebe dizanim ku Çînê hewildaye".

Hêjî nayê zanîn kanê ev gotinên Trump dê bibin sedema guherînan di siyaseta Amerîka de, derbarê rawestandina bernamê Atomî yê Koreya bakur, yan jî dê bibe sedema guherîna mezin ya siyaseta Amerîka lihember Çînê.

XS
SM
MD
LG