Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Derve Yê Tirkiyê: Gulanê Trump Û Erdogan Dê Hevdu Bibînin


Wezîrê derve yê Amerîka Rex Tillerson û hevpîşeyê Wî yê Tirk Mevlut Çavuşoglu.
Wezîrê derve yê Amerîka Rex Tillerson û hevpîşeyê Wî yê Tirk Mevlut Çavuşoglu.

Wezîrê derve yê Tirkiyê roja Çarşemê da eşkerekirin ku, Recep Tayyip Erdogan û serokê Amerîka Donald Trump meha bihê dê hevdu bibînin.

Mevlut Çavuşoglu wezîrê derve yê Tirkiyê di prêss konferansekê de go‌"Herdu serok dê di civîna Lutke ya NATO'ê de bicivin", Çavuşoglu dîsan got, Wî û wezîrê derve yê Amerîka Rex Tillerson li gor bernama karî ya herdu serokan dema civînê destnîşan kirîye.

Trump roja Duşemê bi riya Telefonê derbarê serkeftina Referandumê pîrozbayî li Erdogan kir, yaku dê desthilata serokatiyê li Tirkiyê zêde bike.

Herdu serok bi riya telefonê dîsan derbarê rewşa Sûriyê û bersivdana Amerîka ya bikaranîna çekê kîmyayî li herêma Îdlb'ê axiftin kir bûn.

XS
SM
MD
LG