Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bernama "Hello Washington" û Bandora Îdara Nû ya Amerîkî Ser Pirsgirêkên Rojhilata Navîn


Racî Bîlîcî Serokê IHD a Amedê û Dr.Abdulhakîm Xesro - Zanîngeha Selahedîn
Racî Bîlîcî Serokê IHD a Amedê û Dr.Abdulhakîm Xesro - Zanîngeha Selahedîn

Roja Sêşemê 8.11.2016an zêdetirî 218 Mîliyon Amerîkîyan mafê dengdanê hebû, nêzîkî 130 Mîliyon kesan dengê xwe da, di encam de kandîdê Komariyan Donald Trump kesatiyê karsaz bû serokê hilbijartî yê Amerîka.

Her kes niha mereq dike kanê Trump hem di siyaseta derve û hem ya navxwe destpêkê çi pêngav pavêje û rojeva wî ya yekê dê çi be?

Doh roja Pênşemê bi armanca veguhastina Îdara nû ya Amerîka Donald Trump serdana Qesra Spî kir û li gel Obama civîya.

Bernama Hello Washington, xeleka vê heftiyê terxan kir jibo Îdara Nû ya Amerîka û Bandora wê liser pirsgirkên Rojhilata Navîn, pirsên weke têkiliyên Amerîka bi Tirkiyê re, yên Bi Îsrael û aştiya bi Felistîniyan re, Şerê li dij DAIŞ ê û têkiliyên wê bi Kurdan re, dê van pirsan gotûbêj bike.

Ev mijar ji aliyê herdû mêhvanên bernama Hello Washington birêz Dr. Abdulhakîm Xesro, mamostayê zanistên siyasî li zanîngeha Selahedîn li Hewlêr û birêz Racî Bîlîcî berpirsê IHD a Amedê û Cîgirê serokê Giştî yê parastina mafên mirovan li Tirkiyê hat gotûbêjkirin.

Birêz Dr. Abdulhakîm Xesro got"Trump dê qunaxa yekê jibo çareserkirina pirsgirêkên navxwe yên Amerîka terxan bike û destpêk karê xwe ewê bide siyaseta navxwe", herweha got"Amerîka naxwaze Kurd bibin hevpeymanek Stratejî weke Îsrelê, ev mehale".

Dîsan birêz Racî Bîlîcî da zanîn û got "Polîtîkayên Amerîka li gur Şexsan nayê guhertin, divê şexis xwe li gur siyaseta Amerîka biguncînin", herweha Bîlîcî got "di warê mafê mirovan de û binpêkirina wan ji aliyê dewleta Tirk de nayê şermezarkirin, eger na Amerîka ewqas zordestiya liser Kurdan, azadiya çapemeniyê dibîne lê dîsan bêdeng e".

Hello Washington 11.11.2016
please wait

No media source currently available

0:00 0:25:54 0:00

XS
SM
MD
LG