Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qesra Spî: Trump bi Riya Telefonê Dê li Gel Merkel û Shinzo Abe Biaxive


Serokê Amerîka Donald J. Trump
Serokê Amerîka Donald J. Trump

Qesra spî roja Çarşemê daxûyaniyek weşand û da zanîn ku serok Donald Trump çarşemê bi riya telefonê dê gel Angela Merkel şêwirmenda Almaniya û serok hikûmetê Japoniya Shinzo Abe biaxive.

Lê daxûyaniya qesra spî zêdetir behsa têkiliyên telefonî nekir kanê dê serok Donald Trump li gel herdu berpirsan behsa çi bike.

Ev herdu têkiliyên telefonî, dê di wî çaxî de pêk bihên dema Japoniya îro roja Çarşemê hevpeymanê herî bihêz yê Almaniya got bû divê lez bihê kirin jibo bestina peymanên bazirganî li gel Yekêtiya Ewropa.

Li aliyekê din serok Trump derbarê êrîşa bi gazên kîmyayî li Sûriyê ku bûye sedema mirina zêdetir ji 70 kesan axiftinek kir û got, ew êrîş karekê kirêt û "sivik kirina miovatiyê" ye.

XS
SM
MD
LG