Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Divê Welatên Misilman Pêşengên Şerê Dij Grubên Tundrê Bin


Serok Donald Trump di dema Pêşkeşkirina Peyevekê de li Navenda Konferensa Amerîkî - Arabî de
Serok Donald Trump di dema Pêşkeşkirina Peyevekê de li Navenda Konferensa Amerîkî - Arabî de

Serokê welatên Yekirtî yên Amerîka Donald Trump, êvariya roja Yeşemê li paytexta Erebistana Saudî "Riyad"ê di komcivînê de li hember nêzîkî 50 rêberên welatên Arab û Misliman peyvek pêşkeş kir.

Di peyva xwe de serok Trump bal kişande ser pirsa rêkxisdtinên Îslamî yên şîdetkar û got" hevpariya me li gel welatên li herêmê pêngavek steratîjîke li dij terorê", herweha got " divê ti cihekî bi ewle ijbo terosrîstan nehêt hiştin." Trump behsa bi hevre jiyana dîrokî ya hezaran salan kir ku hemû ol û mezhebên li herêmê bi aştî û biyane jiyan e.

Kurtiyek ji Peyva Serok Trump
please wait

No media source currently available

0:00 0:00:28 0:00
Direct link

Trump di beşekî axiftinên xwe de bal kişand ser peymanên nû yên bi Erebistana Saudî re îmze kirine û da zanîn ku ev peyman dê hem ewlekariya herêmê biparêzin ji gefên Îranê û hem bi hezran delîvên kar dê ên peya kirin.

Trump behsa Îranê û rolê wê di piştevaniya grûbên terorist de kir, yên weke Hizbullaha Lobanê, herweha wî got" Hizbulaha Lobanê gefek terorê ye divê welatên li herêmê wan jinav bibe, dîsan da zanîn ku, "Îran serê rimê yê terorê ye li herêmê û berpirse ji terorê li Îraq, Sûriyê û Yemenê", wî ragihand ku , desthilata Îranê sedeme ku, Asad liser desthilatê bimîne li Sûriyê, Trump derbarê çareserî û aloziyên bi Îranê re tên berdewam kirin got "divê Îran hilbijêre kanê bi tenê hiştin divê, yan hembêzkirina wê di nava civaka navnetewî de".

Serok Donald Trump di dema Pêşkeşkirina Peyevekê de li Navenda Konferensa Amerîkî - Arabî de
Serok Donald Trump di dema Pêşkeşkirina Peyevekê de li Navenda Konferensa Amerîkî - Arabî de

Serok Trump di peyama xwe de, behsa pirsgirêka Felistîn`ê û aştiya rojhilata navîn kir û got "pirsgirêka Felistênê pirsek dadweraneye û divê çareserî jêre bihê dîtin".

Trump got, di seredana xwe de ewê sê cihên pîroz ziyaret bike ku, ew cih nûneratîya olên mezin yên piraniya xelkê vê cîhanê dikin, ji Erebistana Saudî, ewê herin Îsrailê û ji wir herin Vatîkan`ê.

Trump rolê Tirkiyê, Loban û Ûrdonê jibo hewandina penaberên Sûrî beriz nirxand û got, welatên kendavê peymanek stretajî ya giring li gel Amerîka jibo şerê li hember terorê imze kir, divê hemî welat hevkar bin jibo çareseriya pirsgirêkên li Îranê û nehêlana DAIŞê, herweha got, divê kar jibo çareseriya pirsgirêkên Sûriyê bihê kirin û li gûr daxwaza gelê Sûriyê û yekêtiya welatê Sûriyê çareserîyek bihê dîtin, bi kurtî behsa rolê kurdan û Sinî û Şî`iyan kir di şerê DAIŞê de, li Mûsil û Sûriyê.

Beşek ji Peyva Serok Trump
please wait

No media source currently available

0:00 0:00:56 0:00
Direct link

Di dawîya peyiva xwe de Trum daxwaz yekgitin û bihevre karkirinê kir û da zanîn dema yekêtî û yekgirtin hebe hêzên tarî dê niarin biserkevin.

Şahê Erebistana Saudî şah Selman bin Abdulazîz, peyiva Trump weke bûyerek dîrokî nirxand û ew jibo pêşkeîkirina Peyvê vexwend bû ser sehnê.

Peyva Trump
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:08 0:00

XS
SM
MD
LG