Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump Bo Geşta Rojhilata Navîn li Erebistana Saudî Ye


Şah Salman bin Abdulaziz Al Saud û Serokê Amerîka Donald Trum li Riyadh
Şah Salman bin Abdulaziz Al Saud û Serokê Amerîka Donald Trum li Riyadh

Îro Şemiyê serokê welatên Yekgirtî yên Amerîka Donald Trump bi serdanekê çû rojhilata navîn, qûnaxa yekê ya geşta Trump Erebistana Saudî bû, tê çaverêkirin ku li wir peyamekê arastey cîhana Misilmanan bike.

Di seqayekê gelek gerim de, serok Trump tevî xanima yekê Melania Trump, di balefira serokatiyê de li "Riyad" li firîngeha Melik Xalid li bixar ketin, Şah Salman bin Abdulaziz Al Saud li pêşwaziya wan bû.

Serok Donald Trump û Xanima Yekê Melania Trump li Firîngeha Melik Khalid li Riyadh.
Serok Donald Trump û Xanima Yekê Melania Trump li Firîngeha Melik Khalid li Riyadh.

Qesra Spî di daxûyaniya xwe de got, geşta serok Trump delevîke başe bo seredana sê cihên pîroz yên hersê olên herî mezin li cîhanê, herweha ev dê delîveke gelek baş be ku, dîdaran ligel berpirsên Arab, Îsrail û Ewrûpiyan encam bide, ev serdena Trump bi dirûşma "Pêşiyê Amerîka" hatiye destpêkirin.

Ajansa Reuters dide zanîn ku, dema hevdîtina herdu serokan pêkhat, nîşanên kêfxweşiyê di sîmayê wan de dihatin dîtin, bi lêxistina mûzîka leşkerî û avêtina topan weke silava pêşwaziyê û firîna 7 balefirên Erebistana Saudî weke nîşana serkeftinê firyan û xêzikên rengîn yên sor, spî û şîn li paş xwe dihêlan, ev seredan weke seredanek giring tê dîtin.

XS
SM
MD
LG