Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsrail Têkiliyên Ewlekarî Yên bi Amerîka re Beriz Dinirxîne


Serokê Amerîka Donald Trump û Wezîrê derve yê Rûsya Sergei Lavrov
Serokê Amerîka Donald Trump û Wezîrê derve yê Rûsya Sergei Lavrov

Roja Çarşemê berpirsên Îsrailê dan zanîn ku, ew hewil didin, pirsa eşkerekirina pêzanînên veşartî yên dihat gotin ku, serok Trump bi Sergei Lavrov wezîrê derve yê Rûsiya re parve kirine, nebin sedema dilsarîyê, têkiliyên Îstîxbaratî yên bi Amerîka re baş dibînin û pesina wan têkiliyan didin.

Herçende tirs heye ku, eşkerekirina pêzanînên Îstîxbarata Îsrailê derbarê DAIŞ'ê de ziyanê bigehînin şêwazê gefên îstîxbaratî, lê Îsrailê got, ev pirs tiştekî na guherîne û weke zêdegaviyek asayî li qelem da.

Wezîrê berevanîya Îsrailê Avigdor Lieberman got "têkiliyên Îsrailê û hevpeymana me ya bihêz, Welatên Yekgitî yên Amerîka, di kûr û xwedî rêbazek bihêzin û nîşana hêzbûna meye, ev weha bûye û dê li paşerojê jî, weha bimîne".

Herçende heta niha Îsrailê ne gotiye berpirsên Amerîkî çavkaniya eşkerekirina pêzanînên veşartîne yên ku Îsrailê derbarê planên DAIŞ'ê dabûn Amerşka, lê dîsan hatiye zanîn ku serok Trump ew pêzanînên Îstîxbaratî bi berpirsên Rûsî re parve kirine, ev pirsgirêk ketiye di rojeva Amerîka de.

Ji hejî gotinê ye ku, îro Çarşemê serokê Rûsya Vladimir Putin di prêskonferansekê de got" Rûsya amadeye naveroka civîna wezîrê derve Sergei Lavrov ya ligel serok Trump bide eşkerekirin".

Putin dibêje jibo yasadanerên Amerîkî derbarê pirsê de dilrihet bibin, ew dikarin mijara civînê jibo yasadaneran, naveroka civînê parve bikin.

XS
SM
MD
LG