Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump: Ewlehîya Japonya jibo Amerîka Pir Girîng E


Serokê Amerîka Donald Trump, berevajîya gotinên xwe yên di dema kempeyna hilbijartinê de ku Tokyo rexne dikir, îro Înê got ku hevalbendîya navbera Amerîka û Japonya jibo ewlehî û aramîya herêmî faktoreke pir girîng e.

Serok Trump û Serokwezîrê Japonî Shinzo Abe ku îro dest bi hevdîtinên du rojan kirin, li pêş kamereyan gelek nêzîk xwane bûn. Trump, dema Abe ket nav Qesra Sipê ew hembêz kir û destgiwaştin û rûkenî jî li Oval Ofîsê berdewam kirin.

Her du rêber li ber e, demeke derengir ya îro herin bajarê Palm Beachya eyaleta Florida û dawîya heftê bi hevjînên xwe re, li wê derê derbaz bikin.

Trump di preskonferansa hevbeş ya ligel Abe de, xwe ji sozên xwe yên tund yên dema kempeynê dûr girt û qala girîngîya hevkarîya her du alîyan kir. Trump hîngê Japonya sûcdar kiribû ku ewlehîya Amerîkî, li gor berjewendîya xwe bi çewtî dixebitîne û karên Amerîkî didize.

"Em jibo ewlehîya Japonya û hemî herêmên bin berpirsîya wê û xurtkirina hevalbendîya xwe ya stratejîk, pêgir in. Girêdana navbera her du dewletan pir xurt û dostanîya navbera her du gelan jî pir kûr e û rêvebirîya min bi biryar e ku hîn xûrtir û kûrtir bike," Serok Trump got.

XS
SM
MD
LG