Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Koreya Bakur Wek Pirsgirêke Mezin Nav Dike


Serokê Amerîka Donald Trump dibêje ku Koreya Bakur ‘’kêşeyeke mezin’’ e, lê ji Serokwezîrê Japonya Shinzo Abe re dîyar kir ku ewê arîşeya ku dewleta Asya dorpêç kiriye, wê çareser bibe.

‘’Tim di hişê me de ye… Kêşeyeke mezin e, pirsgirêkeke cîhanî ye û ewê were çareser kirin. Lê, soza min ji te re heye’’ Trump di hevdîtineke li hilcivîna G-7’ê de ji Abe re got.

Pispor dîyar dikin ku Koreya Bakur bi bernameya navokî, piştî 2020 dikare êrîşî Amerîka bike ku Trump dixwaze pêşîya vê yekê bigire.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Civata Ewlekarîya Neteweyên Yekbûyî, piştî ceribandinên muşekî yên Koreya Başûr, ser daxwaza Amerîka, Koreya Başûr û Japonya civîyabû û Pyongyang jiber kiryarên wê şermezar kiribû.

XS
SM
MD
LG