Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump Îro bi Telefonê ligel Serokên Nîjerya û Afrîqakaya Başûr Dipeyîve


Qesra Sipî dibêje ku Serokê Amerîka Donald Trump îro Duşemê dê bi telefonê ligel serokên Nîjerya û Afrîqakaya Başûr bipeyîve.

Taybetî axaftina Trump ya ligel Serokê Nîjeryayî Muhammadu Buhari balkêş e, jiber ku ji 19’ê Rêbendanê vir ve, dema ew jibo dermankirinê çûbû Londonê, ti agahî ser saxlemîya wî tuneye.

Serok Trump, piştî ku fermî dest bi karê xwe kir, derbarê Afrîqa û kêşeyên Afrîqî pir hindik peyîvî û ji Qesra Sipî jî hurgilî li ser naveroka axaftinên nehatiye dayîn.

XS
SM
MD
LG