Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Rojeke Berî Sondwxarina Fermî Tê Washingtonê


A vendor sells Donald Trump buttons in Washington on Jan. 18, 2017, ahead of Friday's inauguration.
A vendor sells Donald Trump buttons in Washington on Jan. 18, 2017, ahead of Friday's inauguration.

Serokê hilbijartî yê Amerîka Donald Trump, rojeke berî sondxwarina fermî ya wek serokê 45'an ya Amerîka, îro Pêncşemê tê Washingtonê.

Trump ji hesaba xwe ya Twitterê mesaj da û got ku ewê jibo Amerîka bixebite.

"Rêwîtîya me destpê dike. Ezê bixebitim û şer bikim ku vê rewîtîyê jibo gelê Amerîkî bikim tiştekî hêja. Gumana min tune ku emê bi hevre Amerîka careke din bikin welatekî hêzdar,” Trump got.

Trump û Cîgirê Serokê hilbijartî Mike Pence îro Li Washingtonê di çend bernameyên taybet de cîh digirin, berî ku ew sibê bi fermî dest bi karên xwe yên nû bikin.

Trump û Pence li Goristana Netewî ya Arlingtonê ku pirtir jî 400,000 endamên leşkerîya Amerîkî û malbatên wan binaxkirî ne, tev li merasîma kulîlk danînê bibin.

Dû re, Trump dê axaftineke di pîrozbahî û konserteke de bike û paşê jî ligel dewlemendên ku di kempeyna hilbijartinê de piştgirîya wî kirine, xwarineke taybet bixwe.

Trump, wek hemwelatîyekî normal, şeva xwe ya dawî li Xanîyê Blair anku Blair House ya hember Qesra Sipî biborîne.

XS
SM
MD
LG