Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Bangeke Nû Bo Piştgirîya Dîwarê Ser Tixubê Meksîka Dike


مردی در حال گرفتن سلفی بر روی پل خالی از رهگذر چارلز در پراگ، جمهوری چک
مردی در حال گرفتن سلفی بر روی پل خالی از رهگذر چارلز در پراگ، جمهوری چک

Serokê Amerîka Donald Trump, di vê demê de ku mijara avakirina dîwarê ser tixubê Meksîka tîne rêza pêş yê rojêva xwe, Demokrat bi tundî dijberîya wî dikin.

Trump îro bi rêka Twitter’ê got ku mesrefên avakirina dîwar pir zêde tên nîşandan.

Tevî ku ne zelal e dîwarekî çawa û çiqas dirêj were ava kirin, texmînên mesrefên wê jî diguherin.

Raporteke taybet ya Wezareta Ewlekarîya Navxweyî pêşbînî dike ku mesrefên wê heta $21.6 mîlyar zêde bin.

Wî got ku "avakirina dîwarê bo sekinandina hatina madeyên hişbir ji nav welatê me re, ku xortên me jahr dike, pir girîng e."

Serok do jî di du twîtên cihê de gotibû ku Demokrat naxwazin ji budcê dirav bo dîwar here, tevî ku ewê pêşî li hatina muxaderat û endamên çeteya MS 13 ya xirab bigire.

Wî herwiha dubare kir ku di dawî de Meksîka bi rengekî rengan, dê xercên dîwar bide, lê karbidestên Meksîkî ew îdia bi vekirî red kiribû.

Çawanîya avakirina dîwarê kêşebar di nîqaşên navbera Qesra Sipî û qanûndanêran de, ku hewil didin rê li ber daxistina hikûmetê bigirin, cîhekî girîng digire.

Trump dixwaze dirava destpêkê ya bo vê projeyê di budceya heta Îlonê de hebe, lê Demokrat bi tundî dijî wê yekê derdikevin.

Hêjayî balkişandinê ye ku diravên karkirinê yên hikûmeta Amerîkî nîva şeva Înê diqedin û divê Komarî û Demokratên Kongresê û Qesra Sipî li hev bikin ku hikûmet bikare berdewam bike.

XS
SM
MD
LG