Lînkên eksesibilîtî

Serok Trump Îro bi Heyder Ebadî re Hevdîtinekê Dike


Serokê Amerîka Donald Trump îro Duşemê pêşwazîya Serokwezîrê Îraqê Heyder Abadî dike ku wê mijara rizgarkirina Mûsilê jî cîhekî girîng di hevdîtinê de bigire.

Her du rêber meha borî bi telefonê li ser şerê dijî DAIŞ’ê peyîvîbûn, lê cara yekê ye ewê rûbirû hevdû bibînin.

Ebadî berî ku ber bi Washingtonê bi rê keve, dîyar kir ku ew dixwaze derheqa temamkirina qonaxa dawî ya têkbirina DAIŞ’ê û piştevanên wê ligel Trump biaxife.

Hêjayî bîrxistinê ye ku hêzên Îraqî ji Tebaxa 2014’an vir ve dest bi operayoneke mezin ya dijî DAIŞ’ê kiriye û firokên koalîsyona navnetewî ya bi pêşengîya Amerîka ji piştgirî dide wê operasyonê.

XS
SM
MD
LG