Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump: Nêrînên Min yên Derbarê Esad Guherîn


Serokê Amerîka Donald Trump
Serokê Amerîka Donald Trump

Serokê Amerîka Donald Trump, êrîşa kîmyayî ya li Sûrîyê wek ‘’şerma mirovahîyê’’ bi nav kir û got ku vê bûyerê ji ‘’xeta sor’’ wêdetir ‘’gelek gelek xêt’’ derbas kirine û ew jî nayê qebûl kirin.

Trump, piştî civîna bi melîkê Urdunê Abdullah, di preskonferansa hevpar de ser êrîşa kîmyayî ya li Xan Şêxûn ya Îdlibê axifî û pirsên rojnamevanan bersîvandin.

Trump dîyar kir ku di êrîşa kîmyayî de jin û zarok jî mirine û Amerîka bi hemî hevalbendên xwe yên li seranserê cîhanê, êrîşê şermezar dike.

Rojnamevanekî gotinên Trump yên ku Obama tawanbar dikir bi bîr xist û ji wî pirsî ku ew jibo bersîvdana êrîşa kîmyayî xwe berpirs dibîne yan na.

‘’Niha berpirsî li ser min e û ez dê berpirsîya xwe bi rûmet bînim cîh,’’ Trump got.

Trump da zanîn ku kuştina zarokan ser wî bandoreke mezin çêkiriye û nêrînên wî yên derbarê Sûrîye û Esad guherîne.

Karbidestên rêvebirîya Trump, di rojên dawî de dîyar kiribûn ku gêrkirina Esad ji desthilata Sûrîyê, ne mijara wan ya sereke ye.

Li ser pirsên derbarê bersîvdaneke leşkerî Trump ti hûrgilî neda û tenê got ku hunê bibînin.

Trump bi berdewamî da zanîn ku rêvebirîya Obama gelek caran operasyonên leşkerî ji berê de ragihandine ku ew jî tiştekî şaş e.

XS
SM
MD
LG