Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump di Gotara Xwe ya Pêş Kongresê de Soza Tunekirina DAIŞê Dide


Serokê Amerîka Donald Trump gotara yekê ya li Kongresê şeva Sêşemê pêşkêş kir li ser gelek mijarên cihê peyîvî.

Trump got ku sîstema sîyasî ya Washingtonê rizîye, loma jî wan dest bi avêtina hin gavan kiriye ku vê rewşê baştir bikin.

“Me qedexeya 5 salan ya lobîkarîyê dana ser karbidestên hikûmetê û herwiha qedexe kir ku ew ji hikpmetên bîyanî re bibin lobîkar.

Trump li ser aborî jî bi firehî peyîvî û soza baştirkirina xweşhalîya Amerîkîyan da.

“Di dawîyê de, bi cîhanîna qanûnên koçberîyê emê mûçeyan zêde bikin, alîkarîya kesên bêkar bikin û bi mîlyaran dolar dirav berhev bikin û civakên xwe ji herkes re ewletir bikin.”

Serok bal kişand ku jibo pêkanîna armancên navxweyî yên derveyî divê ew motora ekonomîya Amerîka jinûve bişoxulînin – jibo karsazan hêsantir bikin ku bikaribin li hindurê Amerîka kar bikin, lê dijwartir bikin ku ew kompanya Amerîka biterkînin.

Trump derheqa sîstema saxlemîya Obamacare jî axifî û bang li Kongresê kir divê ew sîstem were tune kirin û li şûna wê sîstemeke nû were danan.

“Divê sîstemeke nû ya saxlemîyê were ku tê de bijareyên pirtir hebin, mesref kêmtir bin û di deman demê de qenctir xizmetên saxlemîyê bêne dayîn.”

Wî rexne ki Obamacare kir ku li ser hemwelatîyan mecbur dike ku sîgorta wan ya tendirustîyê hebe.

“Rêya rast ya raberkirina sîgorta saxlamîyê ji herkes re ev e ku tu mesrefên saxlemîyê kêmtir bikî û emê vî tiştî bikin. Ez bang li Demokratan û Komarîyan dikim ku bi me re bixebitin ku emê Amerîka ji vê felaketa Obamacare bifilitînin.”

Trump li ser şerê dijî terorê jî sekînî û got ku ew tedbîrên xurt digirin ku gelê Amerîka ji terorîzma Îslama radîkal biparêzin.

“Li gor pêzanînên Wezareta Dadê, piranîya kesên ku girêdayî êrîşên 11ê Îlonê hatine mehkum kirin, ji dervayê Amerîka hatine. Wekî min soz dabû, min ji Wezareta Berevanîyê xwest ku planekê amade bikin ku DAIŞê tune bike. Ew DAIŞ ku toreke hovên bêqanûne ye ku Mislilmanan û Krîstîyanan, jin, mêr û zarokên ji hemî bîr û bawerî dikuje."

Trump bi berdewamî got ku ewê, dostên wan yên Misilman jî nav de, bi gîş hevalbendên xwe re bixebitin ku vî dijminê xunxwar ji ser erdê cîhanê tune bikin.

Serok Trump herwiha dîyar kir ku jibo parastina Amerîka, divê jin û mêrên nav leşkerîya Amerîka jî werine parastin û alavên pêdivî ji wan re bêne berdest kirin ku pêşî li şeran bigirin û dema pêdivî be, şer bikin û wan şeran qezenc bikin.”

Trump da zanîn ku ew budceyeke nû dişîne pêş Kongesê ku leşkerîya Amerîka jinûve ava dike, cemidandina ser xercên berevanîyê radike û diravên bo mesrefên berevanîya netewî veqetandî gelek pirtir dike.”

XS
SM
MD
LG