Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump li Îsraîlê Rexneyên Giran li Îranê Dike


Serokê Amerîka Donald Trump îro li Îsraîlê, berî hevdîtina ligel Serokwezîrê Îraîlî Benjamin Netanyahu êrîşkarîya Îranê û rêkeftina navokî ya rêvebirîya Obama ligel wî welatî rexne kir.

"Şûna ku spasdar bin û bejin mal ava, Îranî niha bi çekdarên nxwe, bi diravên xwe li Yemenê, Îraqê û Sûrîyê şer dikin. Me ne tenê jîyan da wan, lê me herwiha dewlemendî û xweşhalî da wan. Jibo Amerîka tiştekî pir xirab bû ku rêkeftineke wiha hate kirin.”

Trump di axaftina xwe de, herwiha cîh da hevdîtina xwe ya ligel Rûsan ku tê îdia kirin belgeyên nepênî yên Îsraîlê dane dîplomatên Rûsî.

"Min di axaftina xwe de qet qala navê Îsraîlê nekiriye. Tiştên ku ji devê min dinivîsin, nûçeyeke nû ya derew e.”

XS
SM
MD
LG