Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Soza Pêkanîna Hikûmeteke Jêhatî û Berketî Dide


Mary Fallin û Rick Perry bi Trump re kom dibin
Mary Fallin û Rick Perry bi Trump re kom dibin

Serokê hilbijartî yê Amerîka Donald Trump dibêje ku ewê di demeke nêzîk de kabîneya xwe pêk bîne ku kesên ji kesên pir hêja û berketî pêk tên.

Trump ji rojnamevanan re got ku wan li ser hîn xalan li hev kirine û ewê kesên kêrhatî destnîşan bikin.

Trump îro bi walîyê berê yê Teksasê Rick Perry, ku di dema hilbijartinên berbijarîyê de hevrikê wî bû, dicive û dû re jî bi walîya eyaleta Oklahoma Mary Fallin re kom dibe. Tê ragihandin ku Trump, Perry bo posta wezareta enerjî, Fallin jî bo ya wezareta navxweyî, ku ji parkan û daristanan berpirs e, difikre.

Trump îro herwiha ligel hevalbendê xwe yê dûrdemî, serokê berê yê Civata Nûneran Newt Gingrich re jî hevdîtinekê dike.

Rêvebira kempeyna Trump Kellyanne Conway got, ne hemî kesên ku serokê hilbijartî ligel dicive, wê di kabîneya wî de cîh bigirin, lê tevahîya wan nêrîn û pêşnîyarên gelek girîng li Trump kirine.

XS
SM
MD
LG