Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump Peymana Kuba Betal Kir


Serokê Amerîka Donald Trump, îro Înê li Miami ragihand ku prosesa bo normalkirina peywendîyên bi Kuba re bi dawî bûye.

‘’Ez Peymana Kuba ya ku rêveberîya berî min bi awayekî yekalî pejirand betal dikim’’ Trump got.

Serok Trump dîyar kir ku heta ku Kuba hemî girtîyên siyasî bernede ewê toleyên li ser wî welatî ranekin. Trump, ji Kuba xwest ku azadîya beyanê baştir bike, destûrê bide partîyên siyasî û hilbijartinên azad yên ku sazîyên navneteweyî dikarin bişoppînin li dar xîne.

Ser bazgirganîya di navbera Amerîka û Kuba de jî, Trump got ku ewê destûrê nedin ku dolarên Amerîkî bigihejin destê sazîyên îstixbaratî û leşkerî yên rejîma Castro.

Tê zanîn ku Serok Trump bi vê gotinê GAESA, ku sazîya Artêşa Kuba ye, nîşan dide. Rêvebirê GAESA’yê niha zavayê Serokê Kuba Raul Castro ye.

Trump dîyar kir ku heta ku qezenc digihejin destê gel ewê toleyan xurttir bikin.

Tevî biryarên nû jî Amerîka dê balyozxaneya li Havana ya paytaxta Kuba negire.

XS
SM
MD
LG