Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump û Macron Ser Aborî û Têkoşîna Dijî Terorê Axifîn


Reuters’ê ji zarê jêderên Qesra Sipî ragihand ku Serokê Amerîka Donald Trump û serokê hilbijartî yê Fransa Emmanuel Macron ewê di 25’ê Gulanê de, li civîna NATO ya Brukselê hevdîtinekê pêk bînin.

Qesra Sipî dîyar kir ku Trump li ser telefonê bi Macron re axifîye û li dijî astengîyên hevpar daxwaza hevkarîyê kiriye.

Li gor daxuyanîya Qesra Sipî, Trump ji Macron re bal kişandîye ser hevalbendîya kevn ya Amerîka û Fransa jî.

Berdevka Macron, Laurence Haim ji CNN’ê re ragihand ku her du serok li ser telefonê bi qasî 10 deqîqe axifîne û mijarên sereke têkoşîna dijî terorê û aborî bûne.

Haim bi berdewamî dîyar kir ku ewê serokê hilbijartî yê Fransa, Peymana Guherîna Îqlimê ya di sala 2015’an de li Parîsê hatibû îmza kirin biparêze.

Hêjayî bîrxistinê ye, Peymana Guherîna Îqlimê ji alîyê 175 dewlet ve hatibû îmza kirin ku Amerîka ya di Protokola Kyoto de cîh negirtibû jî îmza dabû vê peymanê.

XS
SM
MD
LG