Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump bi Fermaneke Nû ya Qanûndêr Xebatên Rêxistinên Olî Hêsantir Dike


Serokê Amerîka Donald Trump îro Pêncşemê bi fermaneke qanûndêr (executive order) rêbazeke hikûmetê ya ser dêrên ku bac nadin, sist kir ku ew kenîse bikaribin tev li kiryarên sîyasî bibin.

Trump, bi fermana qanûndêr ji sazîya Xizmetên Dahatîya Navxweyî (IRS) xwest ku rêzika ku kiryarên rêxistinên olî sînordar dike, bi cîh neyînin.

Fermana Trump herwiha rê li ber rêxistinên olî yên konservatîf vedike ku dijberîya hin beşên bîma saxlemîya Serok Obama dikirin.

Trumpev fermana ser azadîyên olî li Qesra Sipî, di roja Roja Netewî ya Duakirinê (National Day of Prayer) îmza kir.

Di anketên berî hilbijartinê de xuya dibû ku di nav Krîstîyanên Evangelikal de bi rêjeya 5 beramber 1 piştgirî ji Trump re hebû û wî soz dabû ku dema ew bide serok pişrgirêk û fikarên wan çareser bike.

XS
SM
MD
LG