Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Amerîka ji Peymana Pasîfîk Kişand û Wergirtina Karmendên Federalî Cemidand


Serokê Amerîka Donald Trump îro Duşemê Amerîka bi biryarnemeyeke ji peymana Peymana Trans-Pasîfîk ya bi 12 dewletan kişand û wergirtina karmendên nû yên federalî cemidand.

Trump li Qesra Sipî got ku biryara vekişîna wî jibo karkerên Amerîkî gaveke pir erênî ye.

Serokê nû, wek serokên berê yên Komarî biryareke din îmza kir ku alîkarîya diravî ya hikûmeta federalî ji komên ku bêravêtina zarokan (kurtaj) cîh tînin re sekinand.

Trump herwiha biryareke nû îmza kir û jibo armanca kêmkirina xercên hikûmetê, wergirtina karmendên nû ji dezgehên hikûmeta federalî re cemidand.

Danûstandinên Peymana Trans-Pasîfîk di sala 2009’an de, dema serokê berê Barack Obama hatibû kirin, lê jiber dijberîya jimareke qanûndanêran, ji alîyê Kongresa Amerîkî ve nehatibû erê kirin.

Eger ku bihata pejirandin, hîngê bazirganî ligel Japonya, Australya, Zelanda Nû, Malezya, Şîlî, Kanada, Meksîka û çar dewletên din dê bihata kirin û ew peyman wê 40 ji sedê aborîya cîhanê hembêz bikira.

Di berevanîya peymanê de, Obama gotibû ku divê destûr ji welatên wek Çînê re neyê dayîn ku ekonomîya cîhanê rêve bibin û divê ew ji alîyê wan ve bê nivîsin.

Serok Trump di dema kempeyna xwe de rexne li peymanên bazirganî yên pirnetewî kiribû, bi sedema ku ew rêkeftina zararê didine karkerên Amerîkî jiber ku kardarên wan karên heyî dibin welatên din yên bi buhayên nizimtir.

Trump soz dide ku peymana yekûyek bi dewletên cîhanê yên heweskar re îmza bike.

XS
SM
MD
LG