Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump di Preskonferansekê de Bersîva Rojnamevanan Da


Nûçegihanê CNN' Jim Acosta ji Serok Trump dipirse
Nûçegihanê CNN' Jim Acosta ji Serok Trump dipirse

Serokê Amerîka Donald Trump do Pêncşemê li Qesra Sipî preskonferansek li dar xist û bi terzeke cûda hişt ku rojnamevan giş hemî pirsên xwe bipirsin. Pisporên sîyaseta Amerîka dibêjin ku cara dawî, di salên 90î de, serokê wê demê, Bill Clinton wiha hemî pirs bersivandin.

Piştî Clinton, di dewra George Bush û Barack Obama de, tenê rojnamevanên ku şêwirmendên her du serokan ji berê de dîyar kiribûn pirs dipirsîn. Serok Trump, di vê preskonferansê de hemî pirsên rojnamevanên xwecihî û bîyanî bersivandin ku di nav wan de rojnamevanên ku wî sazîyên wan bi çêkirina nûçeyên derew tohmet dikir jî hebûn.

Trump, ser pirsekê derbarê fermana wî ya jibo qedexeya hatina hemwelatîyên 7 dewletan got ku Dadgeha Pêdaçûnê bi redkirina wê fermanê şaşitîyeke mezin kiriye û da zanîn ku ewê hefteya pêş me fermaneke nû derxîne, lê naveroka wê fermanê eşkere nekir.

Trump, nûçeyên ku îdîa dikirin ku tilîya Rûsya di serkeftina wî ya hilbijartinê de heye careke din derewand û di ser nûçegihanê CNN’ê re rexne li wê kanalê kirin.

‘’Bi taybetî di kanala we de hûn navên ku rikeberîya min dikin derdixin ekranê, li dijî min nefretê çêdikin, lê kes êdî bi van nûçeyên we bawer nake’’ Trump got. Wî herwiha dîyar kir ku jiber nûçeyan tansîyona di navber Amerîka û Rûsya danakeve û rastkirina têkilîyê herku diçe zortir dibe.

Trump destnîşan kir ku ji rêvebirîya serokê berê Barack Obama kêşeyên mezin mane û got ku ewê reforma saxlemîyê ya ku bi navê Obamacare tê zanîn jî betal bikin ku plana wî di meha Adarê de derxistina reformeke nû ye.

XS
SM
MD
LG