Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jimareke Qanûndarên Amerîkî Serok Trump Rexne Dikin ku Berevanî li Rûsya Dike


Jimareke qanûndanêrên Amerîkî û çend balyoz û generalên karkenar dibêjin, ew di xemê de ne ku Serok Donald Trump berevanî li Serokê Rûsî Vladimir Putin dike.

Serok Trump di hevpeyvîna Fox TV de dubare kiribû ku rêza wî ji Putin re heye. Dema mêvandarê bernamê Bill O'Reilly çûbû ser wî û bi bîr xistibû ku serokê Rûsî “merkûj e”, Trump jî bersîv dabû ku li Amerîka jî kujêr hene.

“Li nav me jî gelek kujêr hene. Tu çi difikrî? Ma, welatê me masum e?” Trump bersîva O'Reilly dabû.

Kremlîn'ê do Duşemê jiber gotinên di hevpeyvîna bi Serokê Amerîka Donald Trump de, ji Fox News'ê xwestibû ku lêborînê ji Serokê Rusya Vladimir Putin bixwaze.

Berdevkê Kremlîn'ê Dmitry Peskov gotina rojnamevanê Fox News'ê O'Reilly wek heqaret nav kiribû û xwestibû ku kanal ji Putin lêborînê bixwaze.

Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence di bernameya "Face the Nation" ya CBC de red kir ku Trump Amerîka dişiband Rûsyayê.

Rêberê Piranîya Senato yê Komarî, Mitch McConnell ji di programa "State of the Union" ya CNN de gotibû ku ew naxwaze li ser her peyîva Trump nirxandinan bike, lê wî dîyar kiribû ku Putin ajaneke kevn ya KGB ye û mirovekî “tawankar” e.

"Em ti car, bi ti awayî wek Rûsan kar nakin," McConnell gotibû.

Generalê karkenar Barry McCaffrey jî di bernameyeke kanala MSNBC de rexneyên tund li Serok Trump kiribû û gotinên wî wek dijî Amerîka bin av kiribûn.

"Mirov dikare beje ku daxuyanîya herî dijî Amerîkî ye ku serokekî vî welatî kiriye û nirxên Amerîkî bi Putin, ku olîgarşîyeke tawankar bi rêve dibe, berhev kirine."

XS
SM
MD
LG