Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qesra Sipî: Serok Trump Îro bi Putin re Diaxife


Qesra Sipî ragihand ku Serokê Amerîka Donald Trump, ewê îro Sêşemê bi hevtayê wî yê Rûs Vladimir Putin re bi rêka telefonê biaxife.

Reuters’ê ji zarê jêderên rêvebirîya Trump da zanîn ku her du serok dê ser şerê navxweyî yê Sûrîyê bipeyîvin.

Moskow piştgirîyê dide hikûmeta Beşar Esad û Amerîka bi serhildayên Sûrî re hevkarîyê dike ku wî ji desthilatê gêr bike.

Trump meha borî, piştî êrîşeke ser sîvîlan hikûmeta Esad bi karanîna çekên kîmyayî tawanbar kiribû û dij bingeheke esmanî ya Sûrî fermana êrîşên muşekî dabû.

Rûsya îdiaya çekên kîmyayî red kiribû û dîyar kiribû ku berpirsê êrîşa ku 90 sîvîl kuştibûn ne hikûmeta Sûrîyê ye.

Piştî êrîşa ser bingeha esmanî ya Artêşa Sûrîyê, Trump gotibû ku peywendîyên bi Rûsya re ‘’dibe ku daketibe asta herî nizm ya hemî dewran’’

XS
SM
MD
LG