Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump û Putin li Ber E Îro bi Telefonê Bipeyîvin


Serokê Amerîka Donald Trump û Serokê Rûsî Vladimir Putin, piştî êrîşa Amerîkî ya hember hikûmeta Sûrîyê, li ber e îro Sêşemê, cara yekê bi telefonê bipeyîvin.

Hem Qesra Sipî, hem jî Kremlîn axaftina telefonê piştrast kir, lê li ser naveroka wê agahî nedan.

Çavarê ye ku her du rêber şerê navxweyî yê Sûrî û piştgirîya berdewam ya Putin ji Serokê Sûrî Beşar Esad re gotûbêj bikin.

Axaftina îro wê bibe cara sêyan ku her du rêber piştî hatina Trump ya ser desthilatê bi hev re dipeyîvin. Trump û Putin meha borî jî, piştî êrîşên terorîstî li St. Petersburg, Rûsya û cara yekî jî hefteyeke piştî sondxwarina Trump peyîvîbûn.

Trump di serdema kempeyna xwe ya hilbijartinê de hêvîyên xwe dîyar kiribû ku dijî terorê ew dikare ligel Putin bixebite.

XS
SM
MD
LG