Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump Qatarê Hişyar Dike


Serok Donald Trump, piştî ku bi Serokê Romanya Klaus Iohannis re li Qesra Sipî hevdîtinek kir, preskonferanseke hevpar li dar xist.

Trump di preskonferansê de li dijî Qatarê gotinên zelal û tund kirin.

Serokê Amerîkî bang li Qatarê kir ku piştgirîya aborî ya bo terorê demûdest rawestîne.

Trump dîyar kir ku Qatar di dîroka xwe de ti car ewqas zêde piştgirî nedaye terorê û got êdî dema bidawîkirina vê piştgirîyê hatîye.

Trump da zanîn ku ew hêvî dike ku hilcivîna li Erebîstana Saudî bibe destpêka bidawîkirina piştgirîya bo terorê.

Ji alîyê din ve, Qesra Sipî bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku Trump û Serokomarê Misirê Abdulfettah el-Sîsî bi telefonê ser kêşeya Qatarê axifîne.

Li gor daxuyanîyê Trump û Sîsî ser hevkarîya hemî dewletan ya dijî terorê peyivîne û Trump qala girîngîya yekitîya welatên Ereb kiriye.

XS
SM
MD
LG