Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Peyama Serok Donald Trump ya Ser Hatina Meha Ramazanê


Serok Donald Trump ya bo hatina meha Ramazanê peyamek weşand û li ser navê gelê Amerêkî, daxwaza Remazaneke xweş ji hemî Misilmanan re kir.

“Di vê mehê de gelek Misilmanên li Amerîka û cîhanê wê rojî bigirin û di kiryarên xwe yên xêrwazî û lixwevegerê de, wate û îlhamê bibînin ku civakên me bi xurtir dike. Remazan di cewhera xwe şîyarbûna berpirsîya hevbeş yên wek redkirina tundî û tûjîyê, pêkanîna aştîyê û alîkarîya kesên ku jiber xizanî û şeran hewcedar in, bi hêztir dike.

Ramazan îsal di vê demê de destpê dike ku dinê şîna qurbanîyên êrîşên barbarî yên li Brîtanya û Misirê digire ku ew êrîş yekser li dijî rûhê vê mehê ne. Kiryarên wiha vîna me ya têkbirina terorîstan û îdeolojîya wan ya nexweş hîn xurtir dike.”

Trump bi bîr xist ku wî di serdana xwe Erebistana Saudî de rêberên pirtir ji 50 dewletên Misilman nas kirin û li wan axên herî pîroz ya jibo Misilmanan peyamên hevkarîya ser xatirê aştî, ewlehî û xweşhalî dan.

Serok Trump bal kişand ku Amerîka li dijî terorîzmê wê tim di kelêka hevkarên xwe bisekine ku nifşên siberojê bikaribin ji wê belayê rizgar bin û bi serbestî îbadeta xwe bikin.

“Ez daxwaza Ramazaneke xweş ji hemî MisiImenên femdar dikim ku dizanin ew meh bo parvekirin, rojîgirtin û dûakirin e. Xude we û malbatên we biparêze.”

XS
SM
MD
LG