Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump Demokratan Rexne Dike ku Karberdana Sessions Dixwazin


Serok Trump, cîgirê wî Mark Pence û Wezîrê Dadê Sessions û hevjîna wî Marry
Serok Trump, cîgirê wî Mark Pence û Wezîrê Dadê Sessions û hevjîna wî Marry

Serokê Amerîka Donald Trump, do derengîya Pênçşemê got ku Demokrat bi karên pûç û vala re mijûl in, jiber ku peywendîyên Wezîrê Dadê yê Amerîka Jeff Sessions yên bi Rûsan re, karvekişîna wî dixwazin.

Piştî piştrast bû ku dema kempeyna hilbijartinê, Session bi balyozê Rûsya yê li Washingtonê civîye, giwaştinên Demokratan ya jibo karvekişîna senatorê derîn zêde bû.

Sessions li ser mijarê daxuyanîyek da, di vê demê de ku Qesra Sipî jiber têkîlîyên bi Rûsan yên dema hilbijartinê de, di rewşeke çetin de ye.

Sessions, meha borî di lêpirsîna erêkirina wî y abo wezîrtîyê de li Senato de gotibû ti peywendîya wî ligel Rûsan çênebûye.

Sesions do Pênçşemê dîyar kir ku ji çênebûna peywendîya ligel Rûsan, qesta wî alîkarîya jibo kempeyna hilbijartinê bûye. Wî da zanîn ku di hevdîtina bi Sergei Kislyak ew ser mijarên polîtîk yên cîhanê axifîne.

Trump dîyar kiribû ku ew bi Sessions bawer e, lê wî herwiha dîyar kiribû ku ew ji peywendîya navbera Sessions û Kislyak ne agahdar e.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Sessions yek ji piştgirên çalak yên kempeyna Trump bû.

XS
SM
MD
LG