Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Piştî Êrîşa Kîmyayî Dibêje Divê Tiştek Were Kirin


Serok Donald Trump li Qesra Sipî
Serok Donald Trump li Qesra Sipî

Serok Donald Trump, derbarê planên Amerîka yên piştî êrîşa kîmyayî ya li Sûrîyê got ku "Divê tiştek were kirin"

Trump dema bi firoka seroktîyê, Air Force One, bo hevdîtîna bi hevtayê wî yê Çînî Xî Jinping diçû Florida pirsên rojnamevanan bersîvandin.

"Tiştên ku li Sûriyê qewimîn şerma mirovahîyê ne, kiryarên Esad berbad in, loma divê tiştek were kirin" Trump got.

Wezîrê Karên Derve yên Amerîka Rex Tillerson jî dîyar kir ku ew difikirin ku bersîveke baş bidin erîşa kîmyayî ya li Sûriyê.

Tillerson di preskonferansa li Florîda de got ku bêguman berpirsa êrîşa kîmyayî rejîma Esad e.

Tillerson bi berdewamî da zanîn ku Rûsya divê careke din piştgirîya xwe ya bo rejîma Esad bifikire ku êrîşa kîmyayî binpêkirina hemî biryarên Neteweyên Yekbûyî ne.

Ji alîyê din ve, Tillerson û hevtayê wî yê Rûs Sergey Lavrov, bi telefonê derbarê êrîşa kîmyayî axifîn. Reuters'ê ragihand ku karbidestekî payabilind ya Wezareta Karên Derve ya Amerîka, dîyar kiriye ku ew dixwazin agahî û analîzên Rûsan yên derbarê êrîşa kîmyayî hîn bibin.

XS
SM
MD
LG