Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Haley: Dibe ku Trump bo Surîyê Fermana Êrîşên Nû Bide


Balyoza Amerîka ya li NY Nikki Haley
Balyoza Amerîka ya li NY Nikki Haley

Balyoza Amerîka ya li Neteweyên Yekbûyî (NY) Nikki Haley, dîyar kir ku ger hewce be, Serokê Amerîka Donald Trump ewê jibo Sûrîyê fermana erîşên nû bide.

Haley da zanîn ku di qonaxa nû de, Trump dê li gor bertekan biryarê bide û li Sûriyê zêdetir çi pêwîst ewê bike.

Balyoza Amerîka, di CNN’ê de pirsên Jake Tapper yên derbarê siyaseta Amerîka ya li Sûrîyê bersîvandin.

Ser pirsa “Guherandina rejîma Surîyê armanca Amerîka ye?”, Haley eşkere kir ku bo Amerîka hin armancên din li pêş in ku yek ji van têkoşîna bi DAIŞ’ê re ye.

"Heta ku Esad li Sûrîyê desthilat be, li wir çareserîya siyasî çênabe. Pergala rêvebirîya wî tine û ew ne aştîxwaz e” Haley got.

Haley bi berdewamî da zanîn ku piştî DAIŞ û rejîma Esad, armanca sêyan ya Amerîka li Sûrîyê tinekirina hebûna Îranê ye ku piştî van hemîyan, ew dixwazin li Sûrîye çareserîyeke siyasî ya mayînde pêk bînin.

XS
SM
MD
LG