Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump Bang li Venezuela Dike ku Rêberê Rikeberîyê Berde


Alîgirekî Leopoldo Lopez jibo berdana girtîyên sîyasî sloganan dibêje
Alîgirekî Leopoldo Lopez jibo berdana girtîyên sîyasî sloganan dibêje

Serokê Amerîka Donald Trump, roja Çarşemê bang li hikûmeta Venezuela kir ku rêberê rikeberîyê Leopoldo Lopez berde.

Lopez, par jiber birêvebirina protestoyên dijî hikûmetê hatibû girtin û ji wî re 14 sal cezayê zindanê hatibû xwestin.

‘’Venezuela divê girtîyê sîyasî Leopoldo Lopez, ku mêrê Lilian Tintori ye, demûdest serbest bike’’ Trump di Twitter’ê de got.

Trump piştî li Qesra Sipî bi hevjîna Lopez, Lilian Tintori û Senatorê Komarî yê Florîda Marco Rubio, hevdîtinek kir ew twît nivîsî.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Amerîka berî çend rojan Cîgirê Serokê Venezuela Tarık el-Aysamî xistibû ‘’lîsteya reş’’ ku tansîyona di navbera her du dewletan ji wê demê ve careke din bilind dibe.

XS
SM
MD
LG