Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Twitter Bo Xurtkirina Ewlehîya Karînerên Xwe Dest bi Alaveke Nû Dike


Kompanya Twitter dibêje, ew hêsantir dike ku karîner bikarin gilîyên xwe li ser twîtên êrîşkar û haqaretkar bigehînin navenda wê.

Twitter ku li seranser cîhanê xwedîyê ji alîyê 320 mîlyon kes ve tê xebitandin, rastî rexneyan dihat, bi sedema ku girîngî nade gazincên karînerên xwe.

Twitter dide zanîn ku bi rêya alaveke nû ya karîger, karîner wê bikaribin di demekê de gilîyên xwe yên derbarê 5 twîtan ji wan re bişînin. Heta niha di carekê de kaîner tenê dikaribû yek twît bişandana.

Twitter di bloga xwe de dide zanîn ku bu alîkarîya vê sîstema nû ew hêvî dike ku têgihiştineke xurt li ser naveroka gilîyan ava bike û di demele zûtir de şîkayetan çareser bike.

XS
SM
MD
LG