Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raport Hene ku Twitter Dê 300 Xebatkar ji Kar Derxîne


Rojnameya Bloomberg îdia dike ku kompanya medya civakî Twitter plan dike xebatkarên xwe bi hêşt ji sedê kêmtir bike.

Ev raport di vê demê de tê, piştî ku Twitter nekarîbû şîrketeke kiriyar bibîne.

Bloomberg îdia dike ku Twitter dê dora 300 kesan ji kar derxe. Twitterê sala borî jî, dema damêzrênerê wê Jack Dorsey jinûve zivirîbû ser kar, dîsa nêzîkî heman hejmar xebatkar ji kar derxistibûn.

Heta niha daxuyanîyek ji Twitterê nehatiye, lê Bloomberg dide zanîn ku daxuyanîya fermî wê roja Pêncşemê were dayîn.

Hin raport hebûn ku Disney, Google û Salesforce.com bi kirîna Twitterê alaqadar in, lê heta niha ti encam dîyar nebûn.

Twitter di Adara borî de 10 salîya xwe pîroz kir, lê heta niha nikare têra xwe dirav qezenc bike.

XS
SM
MD
LG