Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Alîkariyên Bo Rojhilata Mûsilê Radiwestîne


Netewên Yekgirtî li Îraqê roja Çarşemê ragihand ku wan biryar da, heta ku rewşa ewlekariyê baş dibe alîkariyên mirovayetî jibo aliyê rojhilata bajarê Mûsilê rawestînin.

Lise Grande kordînatora NY li Îraqê piştî serdana kampa penaberan kirî ragihand ku jiber rewşa ewlekariyê wan biryar daye alîkariyan jibo rojhilata Mûsil niha rawestînin, jiber ku gelek mirov tên kuştin.

Grande dibêje wan niha ev biryar daye lê ew "bi hêvîne ku hikûmeta Îraqê dê rewşa ewlekariyê baştir bike".

Aliyê çepê yê bajarê Mûsilê meha borî bi temamî ji çekdarên DAIŞê hatibû rizgarkirin, lê aliyê rastê heta niha bi temamî di destên çekdarên DAIŞê de ye.

Her çende gelek malbat vegeriyan ser warên xwe li rojhilata Mûsil û dîkan hatine vekirin, lê dîsan çekdarên Daişê êrîşên xwkujî û bombebarana li ser hin taxan berdewam dikin û sivîl dibin qurbanîyên wan êrîşan.

XS
SM
MD
LG