Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY: Divê Kiryarên Dijî Sûrîyê Gor Qanûna Navnetewî Bin


Jeffrey Feltman
Jeffrey Feltman

Berpirsê karên polîtîk yê Neteweyên Yekbûyî Jeffrey Feltman îro Înê got ku dive pêdivî ye ku bo parastina gelê Sûrî, kiryarên demûdest werine kirin, lê ew li gor nirxên Neteweyên Yekbûyî û qanûnên navnetewî bin.

"Ne pêkan e ku parastineke rastîn ya gelê Sûrî hebe, eger destûr ji alîyên şer, hikûmet û oposîzyonê re were dayîn ku reftarên gor dilê xwe bikin,” Feltman ji Civata Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî re got.

Wî dîyar kir ku parastina gelê Sûrî ne pêkan e, eger hikûmeta Sûrî bi berdewamî zêdegavîyan li ser mafên hemwelatîyên xwe bike.

XS
SM
MD
LG