Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

UNHCR Bang li YE dike ku Penaxwazan Nezivirîne Macaristanê


Komîserîya Bilind ya Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî (UNCHR) îro Duşemê bang li endamên Yekîtîya Ewrupa kir ku veguhastin û zivirandina penaxwazan ji Macaristanê (Hungarya) re, bi kindemî bicemidînin.

UNHCR dibêje ku rewşa Hungarya ji polîtîkaya nû ya desteserkirina penaxwazan vir ve xirabtir bûye ku zarok ji nav de, penaxwaz di seranser dema serîlêdana wan de, di konteynirên keştîyan de têne girtin.

Li gor daxuyanîya UNHCR, di 7’ê nîsanê de 110 kes di konteyniran de têne girtin ku di nav wan de zarokên bi û bê malbatên xwe jî hene.

Macaristan herwiha hemî penaxwazên ku bê belge ne jî dersînor dike.

Daxuyanîya UNHCR di vê demê de tê ku hikûmeta Macaristanê di 28’ê Adarê de qanûnek derbas kir ku sîstema xwe ya koçberî hîn dijwartir kir.

XS
SM
MD
LG